Rojava News: Wezareta Tenduristî yê Tirkiyê li beranber wan idiayên ku tê gotin dewlet ambulansa naşîne ji birîndarê li Cizîrê di malekê de asê mane de daxuyand ku “ji ber hendek û PKKê embulans ne şandine ji birîndara re û got bila birîndar werin garaca otobusan ya Cizîrê.” Li beranaber wê daxuyaniyê parlementerê HDPê li wezareta Navxweyî dest bi grêva birçîbûnê kirin.
Doh şandeke parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê ku Idris Baluken, Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir û Parlamentera HDPê ya Stenbolê Meral Daniş Beştaş pêkhatibû ji bo çareserkirina pirsgirêka ku ji 24 birîndarên li navçeya Cizîrê di nav malekê de asê mane, serî li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dan.
Di hevdîtinê de şanda HDPê daxwaz kir, rê bê dayîn, ku ambulans derbasî cihê wan birîndarên li Cizîrê bibin, ku di malekê de asê mane û derfet bê dayîn, birîndar bo nexweşxaneyê werin veguhastin, lê belê di civînê de encameke erenî derneket, bi wê sedemê jî her sê parlamenterên HDPê li avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dest bi gireva birçîbûnê kirin.
HDPê jî di wê derbarê de daxuyaniyek da û got;
“Li Cizîrê ew 5 rojin 25 birîndar di jêrzemîna maleke Cizîrê de asê mane û ji wan di wa çend roja de 5 kes ji ber xwûna zêde ji wan çûye jiyana xwe ji dest dan, û yê din jî dibin metirsiya mirinê dene. Em dibêjin bila ambulans ji birîndara re bê rêkirin, ew otomobîlên zirxî û bi tanka bi ser birîndara de dicing da wan bikujin. Êdî tehamula me li beranber wan vahşet û nêzîkatiyê ne mirovane nemaye”
Her sê parlamenteran ragihandin, heya ku jiyana birîndaran û kesên ku di malê de asê mane, neyê parastin û herwiha birîndar bo çareseriyên pizişkî bo nexweşxaneyê neyên veguhastin, dê çalakiya wan berdewam be.
10:45:55
