Rojava News: Li Taxa Surê ya Amedê ji 2yê Berfenbarê ta îro derketina derva qedexeye, û operasyonên dewleta Tirkî bi çekên giran bê navber berdewame, piştî ku li ser 6 navçeyê din jî doh qedexeya derketina derva hate ragihandin, xelkê deverê male xwe valadikin berê xwe didin koçberiyê. Ji dervede ketina nava navçeyê qedexeye lê derketin ne qedexeye.
Qemeqamiya Sûrê piştî ku doh li 6 taxê din yê Sûrê qedexeya derketina derva ragihand pêleke berfireh ya koçberiyê dîsa destpêkir.
Mixabin ji dervede kes nikarê bikevê bajêr, lê belê rê didin kesên ku dixwazin ji deverê koçbikin.
Li dû deriyê Sûrê xelk li benda otomobîl û otobusa ne da ji deverê derkevin.



