5:37:28 PM
RojavaNews: Nûnera Rêveberiya PYD li Ewropa, Sînem Mihemed, li ser dûrxistina wan ji Jenêv3 ragihand , ku ew jibo Sûriyak Fedral kar dikin, û xebata wan ji bo Azadî, demokratî û wekheviyê ye, û Opozisyon tometbar kir ku ew li çareseriyekê ji bo Sûriyê nagerin.
Herwiha Sînem da xuyakirin ku ew Sûriyak fedral dixwazin, eger ew li Jenêv3 amede bibin an na.
Ji aliyê xwe ve Hevserokê PYD, Salih Muslim, ragihand , ku ew hîn ji bo Jenêv 3 nehatine vexwendin, û got ” agahî hene ku cihek ji bo me li Jenêv3 hatiye girtin , lê hîn ew yek nehatiye piştrastkirin “.
Herwiha Muslim tekez kir , ku eger di hevdîtinên despêkê de ew beşdar nebin û ji wan bê xwestin ku di yên bê de beşdar bibin, ew beşdar nabin.
Hevserokê KCK a bi ser PKK ve, Cemîl Bayîq,ragihand ku dûrxistina PYD razîkirineke ji wan aliyên ku naxwazin Jenêv3 bi serkeve û got bila kesek li benda ti encamekê nemîne.
