Fuad Elîko bersiva Aldar Xelîl dide

Fuad Elîko bersiva Aldar Xelîl dide

4:14:35 PM 

RojavaNews: Endamê şanda danûstandinkar a Desteya Bilind a Gotûbêjan, Fuad Elîko, ragihand ku beşdarbûna PYD di Jenev 3 de ne bi rêya Rûsya û aliyên çêdibe, lê bi rêya ENKS û vegera wan li ser bingeha rêkeftinên bi wan re îmzekirî.

Elîko got, tevî ku PYD bi zimanê çekan daxive, lê ENKS bi zamanê siyasetê daxive û nûnertiya kurdan di Jenev 3 de dike û got eger PYD bi rêkeftinên pêre hatibûn îmzekirin, pabend biba, wê hingê wê şandeke kurd ya serbixwe di Jenev 3 de hebaya.

Herwiha Elîko eşkere kir ku eger Jenev 3, nerîna ENKS di derbarê Sûriyak Fedral de an jî lihevkirina di navbera ENKS û Îtîlafê de, li xwe negire, wê hingê ti beşdarebûneke kurdan li Jenevê namîne