Pêşverû: Em piştgiriya we dikin !

Pêşverû: Em piştgiriya we dikin !

5:39:23 PM

RojavaNews: Polîtbîruya Partiya Demokrat a pêşverû ya Kurd li Sûriyê, d daxuyaniyeke xwe de, piştgiriya xwe ji nûnerên kurd di Kongreya Jenev 3 de, ragihand ku got ji ber ku ew kongreyekî dîrokî ye divê piştgiriya wê berdewam bibe heya bi serkeve.

Texsta Daxuyaniyê:

Biryar e di demeke nêzîk de, û di nav wan nakokiyên kûr di navbera herdu aliyên pêwendîdar, Kongreya Jenev 3 ya derbarê kirîza Sûriyê bi serpereştiya NY lidar bikeve.

Tevî ku daxwazên me bi zêdekirina nûnertiya şanda kurd û tevlîkirina dosya kurd têde û piştneguhkirina pêkhateyên niştimanî, netewî û siyasî yê Sûriyê di Jenev3 de,lê ew derfeteke dîrokî û divê em giştî bi hev re alîkar bin û piştgiriya serkeftina wê bikin.

Her di derbarê de jî, Em piştgiriya xwe ji nûnerên kurd di wê kongreyê de nîşan didin û bang li wan dikin ku bi erka xwe ya niştimanî, di kêmkirina nakokiyan di kongreyê de, rabin û bihêlin ku bi serkevin, da ku karessata Sûriyê were sekinandin, ku sîsteme demkorat a parlemantoyî û yekgirtî were ava kirin ku mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê parastî bin, û di destûrê xwe de îtîrafê bi mafên netewî yên gelê kurd li Sûriyê û parastina mafên pêkhatyên din di çarçûveya sûriyak yekgirtî û serbixwebûna wê de, bike.

29/01/2016

Polîtbîruya

Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê