Rojava News: Duh, Rêxistina DAIŞê 16 dîlên Aşûrî ku DAIŞê ji Til Temirê revandibûn serbest berdan.
Jêderek ji RojavaNews ragihand, ku Rêxistina DAIŞê 16 kesên ku li cem xwe dîl girtibûn, serbest berdan.
Ew 16 kes ji 4 jinan û 12 zarokan pêk dihatin.
Ev cara Çarem e, ku Rêxistina DAIŞê hejmarek dîlên Aşûrî, piştî gotûbêjên nihênî bi Dêra Aşûrî re, serbast berdide.
Rêxistina DAIŞê di 23 . 2 . 2015an de, êrîşî gundewarên Til Temer kiribû û bêtirî 235 sivîlên Aşûrî ji wê deverê dîl girtibûn.
Nalîn Hesen
10:18:31
