Li Gundewarê Kobanî êrîşên DAİŞê nasekinin!

Li Gundewarê Kobanî êrîşên DAİŞê nasekinin!

Rojava News: Çekdarên DAIŞê jî doh êrişî gundên li rojavayê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kirin.

Çekdarên DAIŞê li rojavayê Herêma Kobanî êrişî gundê Qube û Girê Ibrê kirin û her du gund bi giranî topbaran kirin.

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersiv dan êrişa çekdaran û bi çekên giran cihên wan kirin armanc.

Her du gundên Qube û Girê Ibrê bi qasî 35 kîlomteran ji navenda bajarê Kobanî ve dûr in.

Ji aliyekê din, ku duh jî çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) êrişî gundê Şergiratê kirin û hewl dan ku ber bi pêşve biçin, lê belê di pevçûnên li derdora wî gundi de otomobîleke çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Kurdî ve hat teqandin û êrişa çekdaran ratsî şikestinê hat.

10:33:36