Li kampa Dareşekranê Dengê zêrîn ji şensê pêşmergeyekî roj bû

Li kampa Dareşekranê Dengê zêrîn ji şensê pêşmergeyekî roj bû

 

1:59:44 PM

RojavaNews:Duho di ahengeke cemaweriya berfereh de hilbijartina Dengê zêrîn li kampa Dareşekranê hate bijartin .

Duho li kampa Dareşekranê ya penaberên rojava li herêma Kurdistanê pirograma Dengê zêrîn hate li darxistin û xortekî ji Pêşmergeyên roj ku bi malbata xwere li kampa Dareşekranê niştecî dibe xelata Dengê zêrîn bi dest xweve anî .

Di ahengêde komîteke dadweriyê hatibû amadekirin ji xwedan rolên hunerî ku di kampêde niştecîne , û bi amadebûna cemawerekî berfereh ji dengdêran li ser pêşberka 7 Behremendan ku bi arazû yên xwe karînên xwe diyarî dengdêran kirin , li dawî behremendê ku gelek deng bi destxistin xortekÎ bi navê Rodê  ku bixwe pêşmergeye û bi cilû bergê pêşmergetiyê hate ser şanoyê û sitranek li ser Pêşmerge sitrand , xelata Dengê zêrîn wergirt .

Paşê rêveberê gurûpa Dengê zêrînmamoste Cûrî xelat li Rodî pîrozkir û sipasiya çi kesê ku alîkarbû di programde kir û got :" wê her serê mihê ev pêşberk berdewambike bi hêviya serkeftinê"

Rifat Haci