Rojava News: Li bajarokê Ebo Rasên ya bi ser bajarokê Hesekê ve, duh bişev, 2 motorsîklêtên bombekirî teqiyan, di encam de ziyanên madî çê bûn.
Welatiyek ji deverê ragihand, duh demjimêr 7ê êvarî, 2 motorsîklêtên bombekirî li nêzîkî navend perwerdehiyê ya di nava bajarok de teqiyan.
Di encamê de tenên ziyanên madî rû da û ti qurbanî derneketin holê.
Nalîn
08:45:25
