Şedadê.. balafirên Hevpeymanan li DAIŞê dan

Şedadê.. balafirên Hevpeymanan li DAIŞê dan

Rojava News: Duh êvarî, balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî, gelek pêgehên DAIŞê li derdora Şedadê a li başûrê Hesekê bombebaran kir û di encam de kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyan, DAIŞê zêdetirî ji 6 êrîşan li derdora Şedadê  li dijî DAIŞê pêk aniye.

Ew êrîş li derdora rêbenda Elhemad , û rojhilatê Şedadê hate encamdan ku li gorî agahiyên destpêkî 15 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn .

Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî bi berdawamî pêgehên DAIŞê li Şedadê û gundewarê Hesekê dike armanc.

Nalîn Hesen

11:20:34 AM