Rojava News: Piştî belavbûna Şewba Berazan li Hesekê, li Efrînê jî ew şewb belav dibe.
Li gor agahiyan Rojava News, di heyama çend rojan de li bajarê Efrînê 8 kes bi nexweşiya (Şewba Berazan) hatine dîtin, Hate zanîn ku rewşa wan nexweşan gelekî xerabe ji ber kêmbûna derman û kadirên tendirûstî li bajarê Efrînê.
Hin welatiyên bajêr ji Rojava News re eşker kirin ku di heftiya bûrî de 3 kes ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.
Herweha li gorî nojdaran tenê 10 derziyên wê nexweşiyê ji Tirkiyê derbasî Efrînê bûn, û PYDê jî ev yek bi fermî ranegihandiye û nahêla nave tu nexweşî jî bê belavkirin.
Nalîn Hesen
11:36:29 AM
