Angela Merkel li kempa Kewirgoskê dijî

Angela Merkel li kempa Kewirgoskê dijî

Rojava News: Yûsif Xelef Kurdekî bajarê Amûdê ye, navê şêwermenda Almanyayê  "Angela Merkel" li keça xwe ya nû jidayik bûye kir, wek spasiyekê ji bo Merkel ya ku roleke serekî di alîkariya penaberên welatên ku şer lê hene kiriye, û dergehên Almanyayê ji bo wan penaberan vekiriye.

Bavê " Merkel ya Kurd " ji Rojnameya Kurdistan re dibêje" Ew û tevaya cîhanê di wê baweriyê de ne ku Angela Merkel mohra xwe li dîrokê daye wek yekemîn kes li goya zemînê di demeke hestiyar de piştgiriya penaberan kiriye, lewra navê Mêrkil pîroziyeke xwe libal penaberan heye, û min biryar da navê zaroka xwe ya yekem bikim Mêrkil ".

Herwiha bavê Mêrkil di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Di 31/12/2015an de keça min hate jiyanê, erê ez wateya vî navî nizanim û eger ev nav ji bo keç yan kuran tê gotin, lê min xwest bi rêya vî navî nameyekê ji bo cîhanê bişînim ku em Kurd sipasdarên vê jinê ne ku alîkarîya penaberan kir, û bi taybet penaberên Kurd".

Ji aliyek din ve dayika" Mêrkil " kêfxweşiya xwe ji bo vî navî diyar kir û got: " ez dixwazim keça min wek xanim Mêrkil xwedî biryarên rast û mirovayetî be".

Malbata "Mêrkil ya Kurd " piştî şoreşa sûriyê  penaberî Herêma Kurdistanê bûn, û zêdetirî dû salan e li kempa Kewirgoskê ya penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dijîn, lê rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê bandor li jiyana xelkê kir, û bi taybetî ya penaberan, lewra ew malbat tevlî hemû zehmetiyan dixwazin berê xwe bidin Ewropa mîna gelek malbatên din ku niha li seranserî Ewropayê jiyana xwe derbas dikin .

Berxwedan Belo-Kewirgoskê