Rojava News: Li gundê Girê pirê yê bi ser bajarokê Çilaxa ve, duh agir bi nanxaneyekê ket û ziyanên madî çê bûn
Li gorî agahiyan, agir bi sedema kêşeyekê elktirîkê vêket, û ji ber gewrbûna agir xelkê gund nikarîbûn wê agirî vemrînin ta ku otombîlên agirkujê ji Rimêlanê gihan wê deverê û di encamê de ziyanên madî bi qasî nîv milyonê Sûrî çê bû.
Tê zanîn ku gundê Girê pirê17 km dûrî Çilaxa ye û ew nanxaneya bitenê bû li wî gundî.
Nalîn Hesen
09:21:51
