Li Amûdê xwepêşandanek lidijî lêdwanên Beşar Elceferî hate lidarxistin

Li Amûdê xwepêşandanek lidijî lêdwanên Beşar Elceferî hate lidarxistin

Rojava News: Duh welatiyên bajarê Amûdê derketin xwepêşandanekê lidijî lêdwanên Beşar Elceferî serokê şanda rêjîma Esed di danûstendinên Ceneva 3an de ku gotibû Kurdên ku daxwaza ferderalismê li Sûriyê dikin bila hebê Penadolê bixwin.

Xwepêşanderan gelek dirûşm bilind kirin ku têde xuyakirin ku mafê kurdan mafekî rewa ye û kurd miletekî dîrokî ye û fidralî çareseriya herî başe ji kirîza Sûriyê re.  

Herweha xwepêşanderan bi rêya dirûşmên xwe eşker kirin ku ew matmayê nemane ji gotinên Beşar Elceferî ji ber ku kesekî ev 5 sal xelkê Sûrî dikuje, her tiştek jê tê pîşbînîkirin .

Tê zanîn ku berî du rojan Beşar Elceferî serokê şanda Hikûmeta Esed di danûstendinên Cenêv-3 de li ser daxwaza kurdan bo federaliyê li Kurdistana Sûriyê ragihand, her kesek hizir li wê bike ku Sûriyê dabeş bike bila heba Panadol an jî Advîla bixwe û xwe ji wehmê derbas bike û ev gotinên Beşar Elceferî bû cihê nerazîbûna Kurdan .

Nalîn Hesen

9:48:22 AM