Rojava News: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, firokeyeke sîxuriyê ya DAIŞê xistin xwarê.
Êvara duh, Duşemê, Pêşmergeyên li eniya Xazirê karîn firokeyek ku DAIŞê ji bo sîxuriyê şandibû navçeyên, bînin xwarê.
Li gor agahiyan, wê firokeyê zanyarî û wêne derbarê tevgera Pêşmergeyan de tomar dikir.
Ji aliyekî din ve, DAIŞê bi mûşekan êrîşî pêgehên Pêşmerge li Xazirê kir, lê Pêşmergayn bersiv dan û tu ziyan negehiştin wan.
10:45:15 AM
