Rojava News: Ji bo piştgiriya pirsa Kurdî li Ceneva 3an, rêxistina Domîzê ya PDK-Sê mezintirîn ala Kurdistanê bilind kir û diyariyî sekretirê Giştî yê NY Ban Kî Mon kir.
Yek ji neşteciyên wê kampê ji Rojava News re ragihand" : ji bo piştgiriya şanda Kurdî li Ceneva 3an, rêxistina Domîzê ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya duh, demjimêr 3ê piştî nîvro, û bi beşdarîbûna bi hezaran ji xelekên kampê, aleyeke Kurdsiatnê bi dirêjahiya 221 mitreyan bilind kir û diyariyî sekretirê Giştî yê Netewyên Yekbûyê Ban Kî Mon kir ta ku doza Kurdî bibe yek ji rojevên danûstendinên Ceneva 3an" .
Navbûrî lêzêde kir: "bilindkirina aleya Kurdisanê nameyeke bo Beşar Caferî û kesên wek wî ku tu carî aramî li deverê bi giştî û li Sûriyê bi taybetî çê nabe bêyê ku mafên Kurdan û netewên din bêne çespandin".
Nalîn Hesen
8:35:58 AM
