Rojava News: Di heyama mehekê de derdora 15 zarokî ji ber nexweşiya Şewba Berzan li gundewarên Hesekê û Qamişlo jiyana xwe jidest dane.
Li gorî Zeman El wesil, ku li ser zarê hin nojdaran belav kiriye , ku piraniya zarokên mirî ji Til birak û Til Hemîs in, ew nojdar tekez kirin ku nebûna rewşeke tenduristî ya baş û kêmbûna alavên germkirinê bûne sedem ku rewşa wan zarokan aloztir bibe û derfeta mirina wan zêde kir
Hin çalakvanên bajarê Hesekê tekez kirin ku yekem kes bi şewba Berzan mir keçeke 15 salî bû û ji gundê Eltewarîc li gundewarê Qamişlo bû.
Nalîn Hesen
12:53:28 PM
