Rojava News: Li cihê birêveçûna danûstandinên Cenêvê, kurdên Rojavayê Kurdistanê mîtîngek lidar xistin ku têde nûnerên kurd ên di şanda dijbereyê de jî beşdar bûn.
Kurdên beşdar di mêtîngê de tekez kirin ku federalî baştirîn çareserî ye ji bo krîza Sûriyê.
Ji aliyekê din ve Serokê Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) Ibrahîm Biro ligel şandek ENKSê gihişte Cenêvê.
Biro di daxuyaniyeke taybet de got; ew weke şandeke piştevan çûne Cenêvê da ku piştevaniya nûnerên ENKSê yên di nav şanda dijbereyê de bikin.
Herweha Biro diyar kir, ku hinek alî dixwazin rola wan kêm bikin û dibêjin ku Kurd di Jenêvê de ne beşdar in, lê bi gotina Biro ew weke ENKSê di Cenêvê de beşdar in û ew nûneratiya doza gelê Kurd û daxwaza mafê Kurdan dikin.
Endamê kurd ê di Konferansa Cenêvê de Fuad Elîko, ku di nava şanda Dijbereya Sûriyê de cih digire, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê got, beşdarbûna wan di konferansê de hem jibo çareserkirina pirsa Kurd û hem jî pirsa Sûriyê bi tevahî ye.
