5:25:34 PM
RojavaNews: Rêjîm pêşve diçe
Gundewarê bakurê Helebê di wan 3 rojên bûrî de rastî operasyoneke fireh ji aliyê rêjîmê ve hat, ku karî û bi piştevaniya balafirên rûsî, xwe bigihîne herdu bajarokên Şîa, Nibol û Zehra, ku ji 4 salan ve ji aliyê girûpên Îslamî yên opozisyonê ve dorpêçkirî ne.
Herwiha rêjîmê di pêşveçûna xwe de, gelek gund û bajarok ji dest giûrpên Îslamî standin û vegerandin bin kontrola xwe, bi deverên derdora Nibol û Zehra.
YPG jî pîşve diçe
Rêjimê bi şikandina dorpêça li ser wan herdu bajarokan, rê li ber çekdarên YPGê jî vekir ku ew jî pêşve biçin.
Piştî ku balafirên Rûsî deverên di bin kontrola girûpên Îslamî de li başûrê rojhilatê Efrînê bombebaran kirin, û 2 sivalan jî jiyana xwe ji dest dan, YPG herdu gundên Efrînê, Çetel Zaretê û Xirêbkê kontrol kir.
Herdu gundên navbûrî ji çend salan ve ketibûn bin kontrola Îslamiyan, herwiha YPG Aşa El-Fêsel jî, ku li ser rêya navdewletî ya Helebê ye, kontrol kir.
Pêla koçberiyê despê dike
Rewangeha sûrî ya Mafên mirovan ragihand ku ji ber bombebarana balafirên rûsî, bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane, ku piraniya wan jin û zarok in.
Balafirên rûsî li her yek ji gund û bajarokên Misqan, Mayir, Beyanûn, heyan, Enedan, Çetel Zaretê û kefernaya, bi tundî bombebaran kirin.
Tevî ku rêjîm derbasî nibol û Zehra bû, lê hîn jî şer li derdora herdu bajarokan di navbera wan û rêjîmê de berdewam e û kuştî ji herdu aliyan jî çêbûne.
Gundewarê bakurê Helebê rastî rêjeyeke koçberiyê ya mezin hatiye, ku ji ber êrîşên rêjîmê û bombebarana balafirên rûdî, bi hezaran koçberî Ezaz û Efrînê dibin.
Li gorî Rewangeha sûrî ya Mafên Mirovan, jî, bêtirî 40 hezar sivîl berên xwe dane Ezaz û Efrînê, herwiha li gorî jêderên ji Efrînê nêzîkî 15 hezar sivîl derbasî bajêr bûne.
Tirkiyê jî hişyariyê dide
Tirkiyê jî hişyarî di derbarê pêla koçberiyê da û got ku 300 hezar kes li Helebê xwe amade dikin ku berên xwe bidin Tirkiyê.
Herwiha Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu, di kongreyeke rojnamevanî de li Londonê, ragihand ku ew di xema wergirtina koçberan de ye ku çawe welatê wî wê karibe wan vehewîne û cihekî ji wan re dabîn bike.
Davutoglu eşkere kir ku di navbera 60 heya 70 hezar koçber ên bakurê Helebê berên xwe dane sînorê welatê wî.
Herwiha Davutoglu tekez kir ku bi hezaran ji koçberên bakurê Helebê, ji ber bombebarana esmanî, li ber deriyê sînorî bicî bûne û dixwazin derbasî Tirkiyê binbin.
