8:59:36 PM
RojavaNews: Îro Roja Înê piştî nîvro, li Bajarê Hewlêrê agirek bi nevndeke mesajê ya Libnanî ya bi hotêla Kapîtolê ve, ket û di encamê de 19 kes xeniqîn.
Rêvebirê Hotêla Kapîtolê, Şadî Hacî Reşîd, di daxuyaniyeke taybet de ji RojavaNews re ragihand ku despêkê agir bi navenda libnanî ya mesajê “ Aroma Tasa” ket û dûmanek zêde derbasî nava hotêla wan bû.
Herwiha Reşîd tekez kir ku karmendên wan kesên di navenda mesajê de asê mabûn rizgar kirin, û got karmendên hotêla wan yê ku xelkê Kurdistana Sûriyê ne, hemû selamet in û tişt nebûne.
Herwiha Parêzgarê Hewlêrê, Nozad Hadî, ku ew jî giha cihê bûyerê, ragihand ku di encama wî agirî de, 19 kes xeniqîn, ku 14 filpînî ne, 3 koçberên Selahedîn in û yek jî filestînî ye.
Hadî tekez kir ku her kesê ji ber pêketina agir berpirs be, wê were cezakirin.
Piştî nîv se’etê ji pêketina agir, berevaniya sivîl û ambulans gihan cihê bûyerê û hîn jî proseya rizgarkirinê berdewam e.
