Rojava News: Ji Minbîcê gelek malbat ji ber zordariya çekdarên rêxistina terorîsti DAIŞê û herweha lêdana balafirên bi ser koalisyonê, berbi Kobanê koçber bûne.
Gelek malbatê Kurdê Minbîcê û herweha yê arab jî ji ber neçarî bajêr terikandine û gihane Kobanê.
Li aliyekî zordarî û kiryarên çeteyên DAIŞê û li ailyê din êrîşên asîmanî hiştin ku koçberiya ji bajêr zêde bibe.
Malbatê ku gihane Kobanî aniha bi ewayekî demkî li hin kempa hatine bicîhkirin.
Ji ber şer û pevçûnan, dorpeça DAİŞê ew demeke xelkê bajarê Minbîcê berbi birçînîbûnê ve diçûn.
09:28:36
