Çekdarên PYD jî bi pêçveçûna rêjîmê re pêşve diçin

Çekdarên PYD jî bi pêçveçûna rêjîmê re pêşve diçin

 

RojavaNews: Çekdarên PYD li Efrînê ragihandin ku wa girê bi navê Girê Mişkan, yê di navbera herdu gundên Başemre û gundê Mezin de li başûrê rojhilatê Efrînê kontrol kirin.

Herwiha çekdaran ragihandin ku wan piştî şerekî giran bi çekdarên Ehrar El-Şam re, ew gir kontrol kirin.

Êrîşên balafirên Rûsî, û pêşveçûna hêzên rêjîmê rê li ber çekdarên PYD jî vekir ku çend gundên Efrînê ku di bin kontrola hêzên Îslamî de bûn, vegerînin bin kontorla xwe.