Rojava News: Karsaza cîhanê bi reya vakfa “TENT”ê ku damezrenêrê wê karsazekî Kurdê Dersîmê Hemdî Ulukayayê, dixwazin çareseriyekê ji krîza penaberan re bibînin.
Karsazê Kurd û hemendemê CEOyê şirketa Chobanî bi xebat û hestyariyê xwe yê di derbarê alîkariya penaberande bala cîhanê kişande ser xwe û bi rê ya TENTê vizyoneke nû ji bo nêzîkatiya penabera jî pêş dixê.,
CEOyê Chobanî Hamdî Ulukaya bi reya veqfa xêrxwazî TENTê hewlê didê ku şirketên cîhanî yê weke Airbnb, veqfa IKEA, LinkedIn, MasterCard ve UPSê rê hevpeymanan li darbixê da, penaber biçin kîjan welatî li wêderê bibin xwedî kar û ezmûn.
Ulukaya dibêje; Rêxistina Xêrwaziya TENTê li Evropa, Rojhilata navîn û li cografyayê din ji bo ku krîza penaberan çareser bikê hewleke mezin didê. Û her dezgeheke bi karê penaberan re radibê wê milyonek dolar ji wan re bê dayin.
Karsazê kurd yê Dersîmî li Amerîkayê Hemdî Ulukaya di hevpeyvîeneke rojnamevanî de de derbarê êrişên DAIŞê yên li hemberî Şingalê de dibêje; “Dema ku min dît çi bi sere kurdên êzidî li Çiyayê Şingalê hat û keç hatine revandin, min got welatê dayik bangî te dike û gerek ez tiştekî bikim.”
Hemdî Ulukaya di axavtinekê de dibêje: “Ez Kurd im û xelkê Dersîmê me. Ez li malbatekê mezin li gund ji dayikbûme, û karê wan çêkirina mast û penîr bû û her li gund pez û ajal xwedî dikirin.”
Hamdî Ulukaya heya niha bi rê ya TENTê 700 milyon dolar alîkarî ji bo penabera kiriye û ermanca wan bi hevpeymaniyê li gel şirketê din 60 milyon penaberî bi şewayê cûda cûda cîbecî bikin.
Berî niha serokê berê yê Amerikayê Bill Clinton, wek mêvanê şerefê Hemdî Ulukaya ji bo Korbenda Salane ya Rêxistina Xêrxwaziya xwe kiribû. Serokê berê yê Amerîkayê wek rojnamevanekî ji Hemdî pirsî û got; Çi bû sedem ku tu giringiyê bi kirîza koçberên Sûrî bidî û pereyekî zêde bibexşînî?”
Hemdi Ulukaya di bersivê de got: “Ji ber ku ez xelkê deverê me û dema ku min dît çi bi sere Kurdên Êzidî li Çiyayê Şingalê hat, dema ku DAIŞê êriş bire ser keçênme û ew revandin, dema ku min li rojnameya New York Timesê wêneyê xelkê xwe dît, ez zanibûm welatê dayik bangî min dike û gerek ez tiştekî bikim.”
Ulukaya herweha di civîna talî ya karsazan de got; “Çareseriya kirîza koçberan li kerta taybet e, tenê li ser hikûmetan nine Jib o wê jî em dixwazin şirket û dezgehê teybet jî bikşînin nav vî karî.”
11:46:14
Şanaz Emin
