Rojava News: Cendermeyên Artêşa Tirkiyê vê sibehê dîsa gundê Derbelût yê bi ser navçeya Cindîrêsê da ber gulebaranê.
Li gor zanyariyên gîhane destê Rojava News: İro sere sibehî cendermeyên Tirkiyê yê qerekola ser sînor bi çekên giran gule bi ser male gundiyê Derbelûtê de barandine û gundî ji tirsa xwe di nav mala de xwe veşartin ta gulebarîn rawestiyaye.
Di gulebarandinê de her çendî ziyanê canî runedabin jî, ziyanên maddi rudane û bandorê psikolojîkî li ser gundiya peyda buye.
Artêşa Tirkiyê dem bi dem bi heman şewayê male gundiyan gulebarandikê da tirsekê li ser wan peyda bike û bibê sedema aloziye.
12:39:53
Şanaz Emin
