Rojava New: Ebdelhekîm Beşar endamê polîtbîroya partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya û endamê Desteya Bilind ya Giftogoyan ya Opozisiyona Sûriyê li ser dubare lidarxistina kongirê Ceneva 3an, di pirograma hevpeyvîna ARKê de got: "Tu gerentiya wê yekê tuneye, herweha dubare lidarxistina Kongirê Ceneva 3an girêdayî ye bi pabendiya rêjîma Esed bi mercên giftogoyan û Kongirê Miyonix yê Almanyayê".
Navbûrî her weha got: "Me listeyek navê serkirdeyên opozisiyona Sûriyê ku hatine girtin radestî De Mistora kirine û di serê wê lîsteyê de Behzad Dorsin endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya ku di 24ê Cotmeha 2012an de ji aliyê çekdarên nenas ve hat revandin ku ew navçeya lê hatiye revandin dibin kontirola çekdarên PYDê de bû."
Herweha li ser pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê, Ebdelhekîm Beşar eşkere kir ku pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê wê beşek ji artêşa Sûriyaya nû di pêşeroja Sûriyê de bin.
Nalîn Hesen
10:39:26 AM
