Li Cizîrê 60 kes hatiye kuştin!

Li Cizîrê 60 kes hatiye kuştin!

Rojava News: Tê gotin ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, “bi dehan kes” di encama operasyona hêzên Tirk de hatine kuştin. Çavkaniyên nêzîkî HDPê jî dibêjin, piraniya wan kesên ku hatine kuştin, birîndar bûne.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li Cizîrê ye diyar kir, bi dehan mirovên li avahiyekê asê mabûn, ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî wehşî hatine qetilkirin.

Sariyildiz da xuyakirin, ku agahiyên berfireh ên li ser komkujiyê hînê negihaştine ber destê wan û li ser rewşa dawî ya li Cizîrê daxuyand ku: "Li gorî agahiyên li cem me, di avahiya duyemîn de 62 kes hebûn. Bi dehan ji wan hatin qetilkirin. Ji xwe 9 kes hatibûn şewitandin. Zarokek ji wan jî li ber derî hatibû qetilkirin. Cenazeyên yên hatine qetilkirin li vê avahiyê ne. Niha li maleke li pişt Petrolê 30 kesên cenazeyên wan şewitîne hene. Di bedena wan de şopa guleyan nîne."

Lê televîzyona fermî ya dewleta Tirk bi reya TRTê, ragihand ku, hêzên ewlehiyê di opeasyonekê de li navçeya Cizirîrê “derdora 60 terorîst”î  kuştine.

Ji aliyêdin ve ajansa nûçeyan a DÎHAyê ragihandiye ku di wan saetên ku ji aliyê TRTê ve hatiye behskirin, ti şerek li Cizîrê derneketiye tenê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Rayedarên HDPê dibêjin, li gor agahiyên dighijin ber destê me, dewletê li wir komkujî kiriye.

11:35:01