Ji vê sibehê ve zêdetirî ji 2 hezar derbederî gihan Efrîn

Ji vê sibehê ve zêdetirî ji 2 hezar derbederî gihan Efrîn

Rojava News: Ji sere vê sibehê ve, zêdetirî ji 2 hezar derbederên Helebê gihan bajarê Efrînê.

Li gorî agahiyan, piraniya wan derbederan ji Îzaz, Til Rifet û Kefer Nasih in, ku ji ber topbarana tund û dijwar ya balafirên Rêjîmê bi piştevaniya balafirên Rûsî li ser deverên wan reviyane, ku ji vê sibehê ve zêdetirî ji 2 hezar kesî gihan Efrînê.

Welatiyên Efrînê ji aliyê xwe ve jî pêşwaziya wan derbederan dikin û tevî rewşa wan ya dijwar alîkariyê jî pêşkêşî wan dikin.

Nalîn Hesen

1:32:06 PM