Çar Firokeyên çekhilgir li Firokxaneya Qamişlo danîn

Çar Firokeyên çekhilgir li Firokxaneya Qamişlo danîn

1:53:41 PM

RojavaNews:Jêderên Rojava News ji Qamişlo diyarkirin ku çar balefirên tijî çek û teqemenî li balefirgiha Qamişlo hatin valakirin.

Jêderan gotin : "duh li Qamişlo civîneke hevbeş di navbera serkirdeyên YPGê  û berpirsên Ewlekariyê û leşkeriî yên rijîma Esed de, di çargoşeya Emnîde li Qamişlo hatibû li darxistin" .

Her weha jêderan tekes kirin, ku çar balefirên rijîma Sûriyê tijî çek û teqemenî vê sibê li balefirgiha Qamişlo danîn ,ya ku hişt kombûneke lezgîn were girêdan de ku pilaneke  sipartina wan çek û teqemeniyan were danîn , ji bo  radestî çekdarên YPGê werin kirin , bi armanca despêkirina piroseya helmeta destserkirina Şeddadê ya ku heşargiha Da,işê ye di başûrê hesekêde .

Jêderan serbarkirin : armanca hêzên Esed ji vê alîkariyê , hewildaneke ji peydakirina rêçikeke hatûçûnê dinavbera Heseke û Dêrazorêde bi dest xwe bixîne .

Herweha amadekariyên xwe ji beşdariya wî şerî re kirina li gel çekdarên PYDê bi tevlîbûna (Elwiyet Eltetewwih ) li hesekê , yên hatine rahênankirin li ser destê milişyetên Hizbullaha lubnanî.

Rifat Haci