9:35:51 AM
RojavaNews: Jêderên taybet ji RojavaNews re ragihsandin ku berbanga vê sibê, roja sêşembê 9\2\2016an Qeyikeke koçberan li ber peravên turkiyê, di ava deryaya Îcê de noqbû , û 27 kes têde xeniqîn .
Jêderan diyar kirin ku dinav qurbaniyande Zarok û jin jî hene , û piraniya wan ji xelkê bajarê Qamişlo û dewr û berên wîne.
Herweha heman jêderan eşkere kirin, ku dinav wande zarokên Ehmed Tîşê jî hene , yê ku taqîkare( mexberiye) li bajarê Qamişlo, herweha hin ji malbata Riyadin ji gundê Til marûf yê ku dikeve rojhelatî Qamişlo bi 10 Km .
