Li Bakurê Kurdistan bi deh hezaran zarok ji xwendinê bêpar man

Li Bakurê Kurdistan bi deh hezaran zarok ji xwendinê bêpar man

Rojava News: Pêvajoya xwendinê beşê duyemîn yê salê li Tirkiyê û Bakurû Kurdistanê doh dest pê kiriye, lê belê ji ber operasyonên artêşa Tirkiyê û qedexeya çûn û hatinê ya li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê 90 hezar zarok ji dema duyemîn ya xwendinê bêpar man.

Doh xwendinê li Bakurê Kuridistanê dest pê kir, lê belê li navçeyên weke Sûra Amedê, Kerboran, Nisêbîn a Mêrdînê û navçeyên  Silopî û Cizîr ên bi ser Şirnexê ve li hinek taxan ji ber qedexeya çûn û hatinê û operasyonên artêşa Tirkiyê pêvajoya dema duyemîn ya xwendinê dest pê nekir û ji ber vê yekê jî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar man.

Ji aliyekî din ve roja yekşema borî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê bi riya kurtenameyekê bang li hezar 200 mamosteyên li Hezexê û gundên wê kir ku beşdarî semînereke 4 rojî bibin ku li Stenbolê tê lidarxistin. .

Ev yek jî dide xuyakirin ku dibe li Hezex a Şirnexê jî qedexeya çûn û hatinê bê ragihandin û artêşa Tirkiyê dest bi operasyonan bike.

10:34:19