Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê daxwaza referandomê bi "gaveke dîrokî" dinerxînin

Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê daxwaza referandomê bi "gaveke dîrokî" dinerxînin

Rojava News: Aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bo referandûmê bi "gaveke dîrokî" dinerxînin, ji ber go mafê gelê Kurd e, herwiha dê bandora xwe li ser parçeyên din yên Kurdistanê bike.

Derbarê referandûmê Serokê Tevgera Çaksaziyê Fêsel Yûsif ji K24ê re wiha got: "Referandûm mafê gelê Kurd e, yekemîn gave bo wergirtina hemû mafê gelê Kurd e, pirsa Kurd di Rojhilata Navîn de divê were çareserkirin, eger çareser nebû ew navçe wê ne aram be."

Navbûrî her weha got : "serxwebûna Kurdistanê dê bandoreke erênî li perçeyên din ên Kurdistanê bike."