Rojava News: Yekem car lêkolînekî yasay navnetewî ya bi nave Pirsa mîrasgirtina Rêkeftinên Navnetewî û egera Serxwebûna Kurdistanê li welatê Polonya birêve diçe.
Li gor malpera KDP.info Ziyad Reûf Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya pirtûkeke zanistî çap dike û bi navê Rêkeftinên Navdewletî yên Dualî di egera Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê (Di bin ronahiya rêkeftinên dualî yên Polonya) Iraq de. Ew pirtûk lêkolîneke zanistî di çaroveya yasaya navdewletî û rêkeftinameya Viyana ya sala 1978ê de ye, ku tê de komek pirsên girîng û rêkeftnameyên navdewletî hatine nirxandin.
12:17:11 PM
