Rojava News: Rêjîma Esed, duh bi topên Hawanê û bermîlên teqîner gundewarê Efrînê bombebaran kir.
Li gorî agahiyan, gelek topên Hawanê ji topxaniya rêjîmê berv devera dinavbera Nûbil û Daret Îzê hate avêtin, ku gelek ji wan topan giha gundên bi ser navçeya Şêrawa a Efrînê, di encamê de gelek ziyanên madî giha malên welatiyan bêyî ku tiştek bi ti kesî bê.
Di heman demê de, balafirên rêjîmê bi bermîlên teqîner gundê Ziyaretê ya bi ser heman navçeyê ve bombebaran kir, û li gorî agahiyan çend welatiyên sivîl birîndar bûn, û ziyan giha malan.
Nalîn Hesen
8:47:47 AM
