Rojava News: Li Amedê ji ber qedexeya derketina kolanan a Sûr û Cizîrê doh gel dakete kolanan û xwepeşindanek lidarxist, polisan jî xwestin bi guleyan welatiyan belavbikin, di encamê de zarokek hate kuştin.
Li navçeya Baglarê, li cadeya Senatoyê, xwepêşindana şermezariyê de polîsê dewleta Tirk bi ser welatiyande gulebarandin.
Di gulebaranê de guleyek li serê zarokê bi navê Mahmut Bulak ê 16 salî ket.
Mahmut Bulak rakirin nexweşxaneyeke taybet, tevî hemû mudaxeleyan Bulak jiyana xwe ji dest da.
11:25:14
Şanaz Emin
