Jandirmeyên tirk welatiyan li ser sînorê Efrînê armanc dikin

Jandirmeyên tirk welatiyan li ser sînorê Efrînê armanc dikin

4:47:03 PM

RojavaNews: Jandirmeyên tirk li ser sînorê Efrînê, çend welatiyên ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Kurdistana tirkiyê ibibin, armanc kirin, ku di encamê de kuştî û birîndar çûbûn.

Herwiha welatiyekî gundê Kefersefê yê navçeya Cidirêsî jî bi guleya jandirmeyan birîndar bû, û keçek ereb ya 10 salî ji Devera Babê jiyana xwe ji dest da, û welatiyekî din yê ji gundê Xilalka yê Navçeya Bilbilê dema hewl dida sînor derbas bike, bi guleyên jandirmeyan birîndar bû.

Li aliyeî din jî, Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bi Efrînê li gundê Sûrkê yê Navçeya Reco, dest bi avakirina dîwaran dike.

Li gorî zanyariyan, Artêşa tirkiyê piştî ku mayîn li ser sînor rakirin, dest bi avakirina dîwaran kir ku ew heta bajarokê Meydan Ekbesê û gundê Penêreko dirêj dike