Barzanî dê beşdarî “Konferansa Munchen”ê bike

Barzanî dê beşdarî “Konferansa Munchen”ê bike

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji bo 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê hatiye vexwendin.

Li gor ajansa BasNewsê, dê Barzanî bi serokatiya şandeyeke payebilind beşdarî 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê(München - 52. Sicherheitskonferenz) bibe. Lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê mijarê de nehatiye belavkirin.

Konferansa Munchenê wê roja 12ê vê mehê dest pê bike û roja 14ê mehê bidawî bibe. Herwiha dê çendîn rayedar û serokên welatan têde beşdar bin, tevî wezîrên derve û yên berevaniyê.

Piştî şerê DAIŞê û rola Hêzên Pêşmerge di jinavbirina wê rêxistina radîkal de û serkeftinên ku bidest xistine, Herêma Kurdistanê di Konferansa Munchenê de bû xwedan cih û pêgehek taybet.

Di konferansa sala borî de jî, Barzanî ligel şandeyeke payebilind beşdar bibû.

Ji Buhara sala 1963an ve li München a Almanyayê Konferansa Ewlehiyê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.

8:19:29 AM