Berpirsekî Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan li Hesekê hate girtin

Berpirsekî Yekîtiya Xwendevan û Ciwanan li Hesekê hate girtin

Rojava News: Berpirsê rêxistinê di xwecihiya Yekîtiya Xwendevan û ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava yê bi navê Dawud Ekrem Ebtan duh, ji aliyê kesên rûnixumandî hate revandin, û piştî çend demjimêran hate serbest berdan.

Dawud Ekrem Ebtan ragihand :\" Di dema ku ez ji ezmûnên xwe yên li Kolêja Aborî vedgeriyam , kesên rûnixumandî li ser rêga taxa Neşwa ez girtim û min birin dibistana wê taxê\".

Navbûrî lêzêde kir :\"Piştî ku lêkolînên wan bi dawî hat ez hatim serbest berdan\".

Di dawî de Ebtan got :\"Gelek ciwanên kurd li cem wan kesan girtiyne ta ku PYDê dîlên wan serbest bikin\".

Nalîn Hesen

 8:58:22 AM