Cendirmeyên Tirk, 2 welatiyên Kurdistana Sûriyê kuştin

Cendirmeyên Tirk, 2 welatiyên Kurdistana Sûriyê kuştin

Rojava News: Cendirmeyên Tirk yên sînorî keçeke 10 salî û welatiyekî 36 salî kirin armanc û ew kuştin.

Li gorî agahiyan, di dema ku herdû welatî hewl didan ku sînorî di navbera Kurdistana Sûriyê û Tirkiyê derbas bikin rastî gulleyên cendirmeyan hatin û di encam de keça bi navê Emel El-Şêx (10 salî) û welatiyê bi navê Endan Hemze(36 salî) jiyana xwe ji dest dan

Hat zanîn ku Emel El-Şêx guleyek li sînga xwe xwaribû û ji ber wê jî yekser jiyana xwe jidest da, herweha Ednan jî di pişta xwe de gule xwaribû, û di dema veguhestina wî bo nexweşxaneyê de jiyana xwe jidest da.

Emel û Endan ji gundê Xelalka yê navçeya Bilbilê yê Efrînê bûn.

Lana Mihemed

9:19:46 AM