10:52:57 AM
RojavaNews: Jêderên taybet ji RojavaNews re ragihandin ku bilindbûna nerxê Dolar di bazarên Sûriyêde bi giştî û Qamişlo bi taybetî , roleke sext li sûka Zêra kiriye .
Ji ber bihabûna Dolar ya ji nişkave û her gav, xelkên xwedî saman hemî şiyanên xwe berdane ser guhertina pere û samanên xwe bi dolar , ya bûye sedema sarbûna sûka zêr di bajaran de .
Zêrînkerên Qamişlo dibêjin : berî niha girêdana samanan bi wergirtina zêr baştirîn pilanbû ji parastina deravanre da ku nirxê wan kêm nebe , yan jê wek wan digotin :" herwextî zêr di bihabûnêdeye" .
Lê piştî ku dolar kete nava kolanande û berê xwe da koka nerxan , zêrînker bûne temaşevan ber devê dukanên pereguhêran Serafkaran ). )
Rifat Hacî
