Tirbesipiyê .. Artêşa Tirkiyê gundek dagîr kir

Tirbesipiyê .. Artêşa Tirkiyê gundek dagîr kir

Rojava News: Artêşa Tirkiyê careke din sînorê Kurdistana Sûriyê bezand û gundekî Tirbesipiyê kontirol kir .

Li gorî agahiyan, artêşa Tirkiyê li gel otombîlên leşkerî û çekên giran derbasî gundê Til Cîhan yê bi ser bajarokê Tirbesipiyê ve bûn .

Heman jêderî tekez kir ku tirk li navendekê ser girê wî gundî bicih bûn, û ev yek bû cihê metirsiyê li cem gundiyan.

Hêjayê gotinê ku di vê dema dawî de artêşa Tirkiyê gelek caran sînorê Kurdistana Sûriyê derbasî kiriye û li gelek cihan li herêmên Efrîn û Cizîrê bicih bûne.

Nalîn Hesen

11:25:28 AM