Jimareya Pêşmergeyên Rojava herku diçê zêdedibe!

Jimareya Pêşmergeyên Rojava herku diçê zêdedibe!

Rojava News: Grubeke din yê pêşmergên Kurdistana Sûriyeyê xûla perwerde û rahênanê bi dawî anîn û ew tevlî yekîneyên Pêşmergên Kurdistana Sûriyeyê bûn..

Grubeke ji Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyeyê ku 368 pêşmergeyan pêk dihat xûla xwe ya perwerde û rahênanê bi 2 mehan bi dawî anîn. Û wê beşdarî leşkerên “Roj”ê yên Pêşmergên Kurdistana Sûriyeyê  bibin.

Tê zanîn, nêzîkî 5 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê hene û di şerê DAIŞê de alîkariya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dikin.

Ew dibêjin, em amade ne her gav li her derê Kurdistanê bi taybet li Kurdistana Sûriyeyê şerê DAIŞê bikin. Em li benda fermana Serok Barzanî ne.

Heta niha 31 pêşmergeyên Rojavayî li Başûr şehîd bûne û bi sedan ji wan jî di çeperên şerê de ne.