Almanya: nûneratiya ENKSê banga xwenîşandaneke piştgiriya serok Barzanî di kongirê Munchenê de dike

Almanya: nûneratiya ENKSê banga xwenîşandaneke piştgiriya serok Barzanî di kongirê Munchenê de dike

Rojava News: Nûneratiya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê  banga  xwepêşandaneke  piştgiryê ji serokê  herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî re dike ji bo hewlên Barzanî berv ragehandina dewleta Kurdistanê.

Nuneratya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew bang  li revenda Kurdî  li Munchenê dikin ku  beşdar bibin di xwepêşandana piştigrî ji bo karê serokê  herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî li ser ragehandina dewleta Kurdistanê li ser astê navdewletî  herweha  ji bo biryara rêfrandomê û di heman demê de jibo beşdarbûna serok Barzanî di civîna Munchenê  ya ewlehiya navdelwetî de.

Xwepêşandan wê Îro demjimêr 1ê piştî nîvro li Karlsplatz Stachus birêve biçê.

Nalîn Hesen

11:21:13 AM