01:19:07 AM
RojavaNews: Piştî gefên serokwezîrê Tirkiyê derbarê PYD, topxaneya Tirkiyê gundê Mezrehê yê rojhilatê Efrînê topbaran kir.
Topxaneya tirkiyê ji mexfera li ser sînor li kilisê ya li hember gundê Yazi Baxê yê Navçeya Şera li Efrînê, ew gund aramc kiribû, lê hîn ziyanên wê nehatine zanîn.
Herwiha Tirkiyê ji YPG xwest ku ji deverên gundewarê Ezazê vekişin, ku di qan rojên bûrî de çekdarên YPG bi piştvaniya balafirên rûsî pêşve çûbû.
Herwiha Ceyş-El-Siwar jî gef li Tirkiyê xwarin û got eger destêwerdana Tirkiyê di Sûriyê de çêbibe, ew şerê wê bikin û wê weke aliyekî dijber bidin naskirin.
Berya niha jî Serok Wezîrê Tirkiyê Ehmed Davtoglu, gef li PYD xwari û got eger ew gefan li ser ewlekariya welatê wî bikin, ew ê bersiva PYD bidin.
