Almanya: ENKSê ji bo piştgiriya serok Barzanî xwepêşandanek birêve bir

Almanya: ENKSê ji bo piştgiriya serok Barzanî xwepêşandanek birêve bir

Rojava News: duh,  Nûneratiya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê xwepêşandaneke  piştgiryê ji serokê  herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî re birêve bir.

Xwepêşandan bi amadebûna partiyên siyasî yên Kurdî, revenda Kurdî  li Munchenê û hejmarek ji welatiyên Almanî herweha komela xêrxwazî ya nojdarên Kurdistanî destpê kir.

Di wê xwepêşndanê de, xwepêşanderan aleyên kurdistanê û yên PDK herweha wêneyên serok Mesûd Barzanî bilind kirin.

Tê zanîn Nûneratiya Europaê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê wekû piştigrî ji bo karê serokê  herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî li ser ragehandina dewleta Kurdistanê li ser astê navdewletî  herweha  ji bo biryara rêfrandomê û di heman demê de ji bo beşdarbûna serok Barzanî di civîna Munchenê  ya ewlehiya navdelwetî de ev çalakî lidar xist.

Nalîn Hesen

8:47:02 AM