Atrtêşa tirk xendek li navbera Nisêbîn û Qamişlo xist

Atrtêşa tirk xendek li navbera Nisêbîn û Qamişlo xist

8:48:39 AM

Rojava News: Artêşa tirk ji duhve li ser sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de dest bi kolana xendekekê kiriye .

Jêderên taybet ji Rojava Newsre ragihandin ku artêşa tirk bi alavên giran kombûnên xwe li ber sînorê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de himbiz kirine li gel alavên kolanê yên ku  dest bi kolana xendekeke kûr û fereh li ser sînor ji aliyê Qamişlove kirine .

Li gorî jêderan ev pêngav dibe cihê metirsiya xelkê herdû rexan (Nisêbîn –Qamişlo ) ku pilaneke dijwar bi şûnve hebe , nexasime divê dema histiyarde ji bûyeran ,ku gorînên bilez têne encamdan .

Jêderan diyarkirin ku çi bersiv yan çi hewildan  ji aliyê Sûrîve nehatine dayin , tevlî ku çargoşeya Emnî ya Qamişlo bi sînorê Nisêbînêve leziqandiye , û ji aliyên din ve jî , desthelata ku nave xwe kiriye Xweseriya demuqrat yak u xalên sînorî hemi bi xwe girtine , û ew xal jî bi dirêahiya 8 Km an  di ber sînor re bihtir ji 5 xalan belavin , hêjî bê denge divê derbarêde

 Rifat Hacî