Rojava News: Cebhet ElNûsra duh bi dehan topên Hawanê avête taxa Şêx Maqsûd ya kurdan li Helebê.
Li gorî agahiyên Rojava News, duh cebhet Elnusra (baskê Elqaîdê li Sûriyê) 14 topên Hawanê avête ser taxa Şêx Maqsûd ya ku piraniya neşteciyên wê kurd in.
Di encama wê topbaranê de 3 welatiyên sivîl bi sivikî birîndar bûn, herweha gelek ziyan giha malan .
Tê zanîn ku ji 29ê Îlona sala borî, Eniya Elnusra û hin ketîbeyên din yên îslamî bi çekên giran wê taxê topbaran dikin, û li gorî amaran ta niha derdora 25 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, û zêdetirî ji 160 kesî jî birîndar bûne.
Nalîn Hesen
9:00:36 AM
