10:22:38 AM
Rojava News: Duh li bajarê hesekê di baregeha Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya de , Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya(Şaxê Hesekê) simînareke ciyografî li darxistin.
Duh roja şembiyê simînarek li jêrnavê ( Xaka Xwe Binasin) ya mamoste Yûnis Hemê( Bavê Serbest) ji aliyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya(Şaxê Hesekê) ve Hat li darxistin.
Di semînarê de behsa Çiyayê Homanê yê tê naskirin bi(çiyayê Ebdil'Ezîzê) Û gundewarên li dorê hatine avakirin ,û kes û êlîn li derdorê bicih bûne û akinciyên wî cihî yên herî kevnar .
Bavê serbest roleke mezin da wan hozên ku di çiyayê homanêde akincîbiwin û qûnaxên dîrokî yên guhertina navê wî çiyayî, girêda bi serkeftin û şikestinên şerû cengên Hoz û Eşîretandi di dîrokêde .
û li dawiyê derfet hate dayîn ji bo gengeşe kirinê li ser mijara simînarê ,û amadeyanjî bi rola xwe pêzanînên xurt tevlî mijarê kirin , ya ku hişt bibe zengînî ji simînarêre li ser gotina simînarbêj yûnis Hemê .
Rifat Hacî
