Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, " Bila YPG demildest ji Azazê û der û berê wê dûrkevê û balafirxaneya Menixê ji li beranber dijbereyê û Tirkiyê bikar neyênî”
Davutoglu ji pirsê rojnamevanan re bersiv da û got; “Pêviste YPGê demildest ji Azazê durkevê û xwe nêzîkî deverê nekê. Bila hewlê şikandina korîdorê jîi nekê. Balafirxaneya Minîxê ji nikarê li beranber Tirkî û dijbereya Sûriyê bikar bînî û demildest pêviste balafirxaneyê jî çol bike”
Di berdevamiya bersivan de got; Em derfet nadin ku kî çi bixwazê li ser sînorê me bike”
Herweha gef li YPGê xwar û got; Wê li beranber YPGê hemû tevdîrbêne stendin û êmê lê bixin. Me çi biserê Qandîlêde anî êmê biserê YPGê jî bînin”
Hat zanîn topxaneyên Artêşa Tirkiyê li ser sînorê bi Sûriyê re, balafirgeha Ming a ku berî çend rojan ketibû di destê hêzên Sûriya Demokratîk de ku hêza serekê wa wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) e, ligel gundê Mirinaz yê ser bi Îzazê ve topbaran dikin.
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, Brett McGurk jî bang li Tirkiyê kir, êdî êrişî YPGê neke.
11:07:54
Şanaz Emin
