Rojava News: Ciwanê bi navê Ebdelbaqî Hesen yê ku ji bajarê serê kaniyê bû, piştî 8 salan ji girtina wî li gel 10 kesan ji heman bajarî di serhildana Qamişlo ya 2004an de ku mejiyê xwe ji dest dabû di encama îşkenceya li ser destê endamên ewilkariya Sûriyê , 8ê vê mehê jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Ebdilbaqî Hesen ji zindana Esed derket şûna îşkenceyê li ser laşê wî diyar bû û rewşa wî ya derûnî nebaşbû û roj bi roj xirabtir dibû û piştre jiyana xwe ji dest da .
Tê zanîn ku Ebdilbaqî Hesen ji dayikbûyê sala 1977an e, û endamê Partî Demoqratî Kurdistan alPartî bû û ji malbateke welatparêz bû û endam bû di koma Aş û Kanî ya filoklorê kurdî de.
11:35:57 AM
