5:01:24 PM
RojavaNews: Hevserokê PYD, Salih Mislim, di daxuyaniyekê de ji Ajansa Reuters re ragihand ku ew ji deverên ku li gundewarê Ezazê kontrol kirine, venakişin.
Heriha Mislim, Tirkiye hişyar kir û got eger Tirkiyê di Sûriyê de destêwerdanê bike, wê gelê Sûriyê berevaniyê li ber xwe bike û destêwerdana Tirkiyê rawestîne.
Ji duh ve Tirkiyê navendên YPG li gundewarê Ezazê topbaran dike, ku di encamê de kuştî û birîndar ji YPG çêbûne
